YSP û HDP’ê ji bo tura 2. helwesta xwe eşkere kir

Partiya Çepên Kesk û HDP têkildarî tûra dûyemîn a hilbijartina Serokkomariyê helwesta xwe eşkere kirin Hevserokên partiyan diyar kirin ew ê karê ku di 14’ê Gulanê nivçomayî 28′ mehê temam bikin û gotin “Em ê bê kêmanî biçini ser sindoqan û rejîma yekzilamî biguherînin.”

Desteyên Rêveberiya Navendî yên Partiya Çepên Kesk û HDP têkildarî hilbijartina serokkomariyê ya tûra duyemîn bi civîneke çapemeniyê helwesta xwe aşkere kir.

“Em ê bêkêmanî biçin ser sindoqan û rejîma yek zilamî biguherînin”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku di 28 Gulanê de ber bi hilbijartineke ku bi encamên xwe dê salên pêş teşe bigire ve diçin û wiha got:

“Em bi alîgirê desthilatdariyê ya ku ev 21 sal in gav bi gav sîstema yek zilamî ava dike re rû bi rû ne.

Lewma hilbijartina 28’ê Gulanê referandoma di navbera demokratîk û pergala yekperest de ye.

Divê were zanîn em rast nabînin ku tu feraseteke siyasî berxwedana guhertina demokratîk a civakê bişikîne, îstîsmar bike an jî mijûl bike.

Em ê li dijî van nêzîkatiyan jî têkoşîna xwe ya demokratîk heta dawiyê bidomînin.”

Pervîn Bûldan: Armanca me avakirina pergala azad û demokratîk e

Pervî Bûldan, têkîldarî protokola di navbera namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Milet û Partiya Zafer de hatiye îmzekirin de jî wiha got: “Armanca sereke ya têkoşîna me û polîtîkaya me ya Rêya Sêyemîn ew e ku em pêşî li edaleta civakî û demokrasiyê vekin.

Nexwe tu berjewendiyên siyasî ji pêşeroja gelê kedkar û xizan, jinan û ciwanan biqiymettir nîne.”

Bûldan diyar kir ku HDP û Partiya Çepên Kesk tenê kefîlên têkoşîna azadî, maf, hiqûq, edalet û wekheviyê ya gel in.

Îbrahîm Akin: Em ê karê xwe yê nîvcomayî temam bikin

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin jî diyar kir ku kesek nikare pêşî li ber daxwaza guherînê bigire û ev tişt anî ziman:

“Em ê karê ku me di 14’ê Gulanê de nîvcohiştî di 28’ê Gulanê de temam bikin.

Encamê hilbijartinê ji bo me û gelên Tirkiyê girînge.”

Akin banga li herkesî kir ku di 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqê, dengê xwe bidin û xwedî li sindoqê derkevin.

Mîthat Sancar: Hilbijartina 28’ê Gulanê dê bibe referandûm

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî axivî û diyar kir ku hilbijartinên bê mîna referandûmê ye û wiha got:

“Li aliyekî rejîma rant, kedxwarî, talan û derewan û li aliyê din jî daxwaza guherîn û veguherîna demokratîk a gelan heye.

Em jî dê îrade û hêviya guherîna demokratîk, aştî û refaha gelên Tirkiyê hilbijêrin. ”

Wan-Partiya Çepên Kesk bi rêxistinên civaka sivîl re civiyan

Back to top button