
2’yemîn Pêşangeha Kulîlkan a ku Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê dest pê kiribû, bi dawî bû.
2’yemîn Pêşangeha Kulîlkan a ji aliyê Gerînendetiya Hawîrdorê û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê hati bû destpêkirin
Pêşangeh li parka Kurnîş a bakurê taxa duyemîn a Tebqayê li dar ket.
6 Şitilgehên kulîlkên û şînatiyan tev lê pêşêngehêbûn.
Dema 2’yemîn pêşengehê weke 4 roj hatibû diyarkirin
Di roja dawîn a pêşangehê de, gelek şênî, nûnerên Rêveberiya Sivîl, meclisên leşkerî, partiyên siyasî, nivîsgeh û komîteyên jinan hazir bûn.
Di pêşangehê de ku bi şahiyekê dest pê kir, 6 şitilgehên taybet, Şitilgeha Navendî ya Tebqayê, berhemên xwe, her wiha di beşeke pêşangehê de, amûr û alavên fexarî, tablo û têkildarî sûda kulîlk û kulan şanoyek ji aliyê komeke zarokan hat pêşandan.
Her wiha hunermend Raman Mihemed û Serdar Mihemed ên ji Tebqayê di roja dawîn a pêşangehê de stran gotin.
Pêşenge bi stran û gerandina govendê bidawî bû.