DOZA SELAHATTÎN DEMÎRTAŞ JI BO DEMÎRTAŞ SERLÊDANA HESIBANDINÊ HAT KIRIN

Ji bo Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş serlêdana hesibandinê hate kirin. Eger daxwaza parêzeran were qebûlkirin tê payîn ku Demîrtaş were berdan.

 

2’ê Îlonê danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş pêk hatibû.

Di danişînê de biryara berdana Demîrtaş hatibû dayîn.

Serozgeriya Enqreyê îtîrazî biryara berdanê kiribû.

Lê 20’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê serlêdana îtîraza dozger red kir.

Hat zanîn ku piştî redkirina îtîrazê duh êvarê parêzerên Demîrtaş ji bo cezayê wî razayî were hesibandin serî li 26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dan.

Parêzeran xwestin cezayê 4 sal û 8 meh ê li Demîrtaş hatibû birîn were hesibandin.

Leave a Reply

Back to top button