Hiqûqnas: Hikûmeta Iraqê peymanên parastina penaberan binpê dike

Hiqûqnasan diyar kir ku hikumeta Iraqê bi dorpêçkirina Mexmûrê, peymana navneteweyî ya 1951’an û protokolên wê yên 1967′an, binpê dike.

Endamê rêveber ê Yekitiya Parêzeran şaxê Hesekê Kawa Fatimî kiryarên hikumeta Iraqê û tevkariya PDK′ê şermezar kirin û wiha got:

“NY′yê bi hevkariya hikumeta Iraq di sala 2011’an de li gorî peymanên Cinêvê yên mafên penaberan li ser parastina wargeha Mexmûrê li hev kir.

Ruxmî van peymanan, hikumeta Iraqê li ser niştecihên wargehê dorpêç ferz kir û wan bi çekan dike hedef

Her wiha êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker paşguh dike. Ew yek binpêkirina eşkere ya qanûnên navneteweyî ye.”

Li aliyekî din jî hiqûqnas Beşîre Cemaledîn bang li tevahî rêxistinên navneteweyî kir ku bi erkên xwe yên mirovî û qanûnî rabe.

Beşîre wiha got: “Peymanên navneteweyî yên di 1951 û protokokên wan ên 1967′an de hatine îmzekirin teqeziyê bi parastina penaberan û mafên niştecihên li wargeha Mexmûrê dikin.”

Ji Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê bang: Li Mexmûrê xwedî derbikevin

Back to top button