Tevî hemû êriş û pilanên li ser Şengalê vegera koçberan a di wargehên li Başûrê Kurdistanê de ya ji bo warên xwe dewam dike.
6 malbatên ku di wargeha Bêrsîvê ya Dihokê de bûn carek din vegeriyan warên xwe.
Endamê Meclîsa Dugurê Hemo Hesen diyar kir ku divê hemû gelê Şengalê vegerin ser axa xwe.
Vegera xelkê Şengalê ji bo cih û warê xwe dewam dike.
Vê carê pêleka din a koçberên Şengalê ji wargehên Başûrê Kurdistanê berê xwe dan ser cih û warên xwe yên li gundê Sikêniyê a ser bi navçeya Til Izêr ya Şengalê.
6 Malbatên ji gundê Sikêniyê vegeriyan warê xwe
6 malbatên ku vegeriyan ser axa xwe, hestên xwe vegotin.
Elî Xidir yê pitşî 9 salên koçberiyê vegeriya ev tişt anî ziman:
“Em çiqasî li derve bin û ne li ser axa xwe bin, her em mêhvanê xelkê ne.
Ji ber warê me niha aram bû, derfetê me çêbûn me jî biyar da em liser warê xwe vegerîn.”
“Divê hemû şêniyên Şengalê vegerin ser cih û warê xwe”
Li ser vegera malbatên Şengalê Endamê Meclîsa Dugurê ji Rojnewsê re axivî.
Endamê Meclîsa Dugurê Hemo Hesen diyar kir ku xelkê Şengalê dixwazin vegerin cih û warê xwe lê dewleta Tirk bi êrişan hewil dide pêşî li vegera wan bigire.
Hesen diyar kir ku divê gelê Şengalê bivegera li ser axa xwe van êrişan vala derxînin.



