NETANYAHO RAGIHAND KU EW Ê HERÊMÊN NÛ TEVLÎ ISRAÎLÊ BIKE

Benyamîn Netanyahu ragihand ku eger di hilbijartinên 17`ê Îlonê de bi serkeve, wê herêmên nû tevlî serdestiya Îsraîlê bike. Aliyên Filistînê jî li hemberî wê bertek nîşan dan.MIX

 

Netanyahu ragihand wê herêmên Xewir Urdun, bakurê Deryaya Meyt û jîngehên îsraîlî yên li Dife Xerbiye bixe bin serdestiya Îsraîlê.

Netanyahu diyar kir ku divê artêşa Israîlî di herêmên stratjîk de hebe.

Serokê hikumeta Filistînê Mihemed Iştiyê demeke beriya niha hişyariya vê biryarê kiribû.

Iştiye gotibû Netanyahu hewl dide beriya hilbijartinên ku tê payîn roja Sêşema bê were lidarxistin dengan zêde bistîne.

Sekretêrê Komîteya Rêveber a Rêxistina Rizgariya Filistînê ji aliyê xwe ve ev nêrîn da:

Eger plana Netanyahu ya tevlêkirina Xewir Urdun û berava Filistînê pêk were wê demê dê di binaxkirina her derfeta aştiyê de ji sedsala bê re biserkeve.

Divê Îsrîlê û civaka navdewletî vê dînbûnê rawestînin.

Li gorî peymana Oslo ev herêm dikeve bin serdestiya filistînê.

 

Leave a Reply

Back to top button