WEZÎRÊ KARÊN DERVE YÊ IRAQÊ EM LI DIJÎ HEBÛNA LEŞKERÊN TIRK LI SER XAKA IRAQÊ NE

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Mehemed Elî Hekîm diyar kir ku ew li dijî hebûna leşkerên Tirk li Iraqê ne û ji bo derxistina leşkeran kar dikin.

 

 

Civîna 152’yan a Wezîrên Karên Derve ya komkara Ereban duh li Paytexta Misrê Qahîreyê hat lidarxistin.

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Mehemed Elî Hekîm di civînê de careke din nerazîbûna xwe li dijî hebûna dagirkeriya Tirk li Iraqê nîşan da û got:

“Iraq careke din eşkere dike ku ew li dijî hemû şêwazên hebûna leşkerên dewleta Tirkiyê li Iraqê ye.

Iraq ji bo bidawîkirina hebûna leşkerên Tirkiyê li ser xaka Îraqê kar dike.

Mehemed Elî Hekîm dest nîşan kir ku Iraq ji bo ewlekariyê misoger bike amade ye lihevkirinê bi Tirkiyê re bike.

Leave a Reply

Back to top button