DAGIRKIRINA ŞAREDARIYAN KETE ROJEVA ÎRLANDAYÊ

Dagirkirina Şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê kete rojeva Meclîsa Îrlandayê.

 

Berdevkê Têkiliyên Derve yê  Sinn Feinê Sean Crowe mijar ji hikumetê pirsî.

Berdevkê Têkiliyên Derve ya hikumeta Îrlandayê Simon Coveney bersiv da û got:

Em û hevkarên xwe yên Ewropî rewşa mafên mirovan, serweriya hiqûqê û demokrasî ya li Tirkiyê bi fikar dişopînin.

Bi taybetî dûrxistina şaredarên ku bi rengekî demokratîk hatin hilbijartin cihê fikara ye.

Gavên bi vî rengî derbê li encamên demokratîk ên hilbijartinên xwecihî dixe û hilbijêran ji temsîliyeta siyasî bêpar dihêle.

Mijara têkoşîna li dijî terorê divê weke amûreke siyasî neyê bikaranîn û hurmet ji serweriya hiqûqê, mafên mirovan û demokrasiyê re bê nîşandan.

Em û hevkarên xwe yên Ewropî emê van mijaran bihtir bixin rojevê.

Leave a Reply

Back to top button