NY: LI EFRÎNÊ BINPÊKIRINÊN MAFÊN MIROV BERDEWAM IN

Rapora Komîteya Navdewletî ya girêdayî binpêkirinên dagirkerên li Efrînê
Neteweyên Yekbûyî têkildarî rewşa xerab li Sûriyê û bi taybet li Efrîna dagirkirî raporek amade kir.
NY di rapora xwe de binpêkirin û kirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê belge dike û tekez dike ku li Efrînê sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên pêk tînin, Sûcên Şer in.

 

NY: DER BARÊ BINPÊKIRINÊN LI EFRÎNÊ RAPOREK AMADE KIR

Neteweyên Yekbûyî têkildarî rewşa xerab li Sûriyê û bi taybet li Efrîna dagirkirî raporek amade kir.

Di raporê de binpêkirinên domdar ên çeteyên qaşo bi navê “Artêşa Watanî” ya girêdayî artêşa Tirk, hatin destnîşankirin.

NY: LI EFRÎNÊ BINPÊKIRINÊN MAFÊN MIROV BERDEWAM IN

Di raporê de ev agahî hatine parvekirin:

Li Efrînê binpêkirinên mafên mirovan ên ku çeteyên qaşo bi navê “Artîşa Watanî” pêk anîne bi awayekî diyar hîna berdewam in.

Di encama şerên di navbera komên çekdar yên girêdayî Artêşa Watanî de, gelek sivîl ji şêniyên resen birîndar bûn.

Şênî ji hêla wan koman ve bi awayekî yekser rastî binpkirinên li dijî mafên mirovan tên.

NY: LI EFRÎNÊ REWŞ TEVLIHEV E

Ji ber berdewamkirina rewşa ewlehiya ya tevlîhev li tevahiya Efrînê atmosferek tevlîhev ava bûye.

Ji ber wê binpêkirinên der mirovî pêk tên. Dinav de jî revandina mirovan ku piraniya kesên tên revandin Kurd in.

NY: MALÊN ŞÊNIYÊN EFRÎNÎ JI ALIYÊ DEWLETA TIRK VE TÊN DESTESERKIRIN

Di raporê de hat tekezkirin ku piraniya şêniyên ku vegerîne Efrînê, çeteyan nehiştin milk û malên xwe bi rê ve bibin û niha ew çete serweriya mal û milkên wan dikin.

Her wiha raporê destnîşan kir ku cotkar mecbûr dimînin ku baçan bidin çeteyên dewleta Tirk da ku zeviyên xwe biçînin.

NY: LI EFRÎNÊ MAFÊN JINAN BINPÊKIRÎ NE

Raporê bal kişande ser rewşa jinan jî li Efrînê û ev tişt da xuyakirin:

Li Efrînê di mehên borî de kiryarên tund li dijî mafên jinan de hatin ferzkirin.

Binpêkirin der barê ferzkirina qanûnên tund ên cilên jin, keçan û qedexekirina azadiya gerê de, pêk hatin.

Komîte destnîşan kir ku gelek sedemên bibawer hene ku endamên komên çete li Efrînê, sûcên şer pêk anîne.

NY: DEWLETA TIRK LI EFRÎNÊ SÛCÊN ŞER DIKE

Hêjayî gotinê ku NY di rapora xwe de ji bo her binpêkirineke ku li ser destên dewleta Tirk û çeteyên wê pêk hatine mînakên belgekirî pêşkêş kirine.

 

 

Leave a Reply

Back to top button