Şêniyên li Wanê: Komploya navnetewî niha bi tecrîdê didome

Li Bakurê Kurdistanê jî şêniyên Wanê tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kirin
Waniyan daxwaz kirin ku bi Rêber Apo re hevdîtin bê kirin.

Şêniyê Wanê Recep Ceylanci got:

Tecrîda ku li ser Rêber Apo hatiye destpêkirin li hemû girtîgehan belav bûye û got:

“Komploya navdewletî niha bi tecrîdê didome.

Tecrîd di heman demê de polîtîkaya şer e

Ger hevdîtin bi Ocalan re çêbibe, dê aştî û aramî bê welat..

Lê derdorên şerxwaz naxwazin hevdîtin çêbibin û ji ber vê her diçe tecrîd girantir dibe.”

Şeniyek din a Wanê Bûrhan Demîr jî bilêv kir:

“Heya tecrîda li ser Rêber Apo neyê rakirin meseleya kurd qethiyen wê neyê çareserkirin.”

Bûrhan Atmaca jî destnîşan kir ku heya tecrîd neyê rakirin dê aştî û aramî neyê Tirkiyeyê.

Back to top button