DI 37 ROJAN DE, 3 SIVÎL HATIN KUŞTIN Û NÊZÎ 130 HATIN REVANDIN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker, di navbera 37 rojan de, 3 sivîl kuştin, 130 sivîl revandin, gelek girên dîrokî kolan û bi sedan darên zeytûnê birîn û şewitandin.
Her wiha bacên giran jî li şêniyên resen sepandin.

Dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî hemû cure binpêkirinan pêk tîne.

Di mehek û 7 rojan de, 3 sivîl kuştin û nêzî 130 sivîlî ji piraniya gund û navçeyên Efrînê revandin.

Heya niha çaranûsa piraniya wan ne diyar e.

Ne tenê sivîl, heta dar jî ji binpêkirinên dagirkeriyê nefilitîn.

Dagirkeriyê, darên zeytunê şewitandin û yên daristanî birîn û şandin Tirkiyê da wan bifroşe.

300 DARÊN DARISTANÎ Û BÊHTIRÎ HEZAR DARÊN ZEYTÛNÊ HATIN BIRÎN Û ŞEWITANDIN

Ji destpêka Tebaxê û heta hefteya yekemîn a meha Îlonê, çeteyên dagirkeriyê 300 darên daristanî li navçeya Mabetayê û darine din li gundê Rûta yê Şiyê, birîn.

Bi sedan darên zeytunê yên navçeyên Mabeta, Şera, Cindirêsê û Recoyê jî birîn.

Darên daristanî li gundê Umera û daristanên gundên Hec Qasim, Dela û Rûta yên Mabetayê jî şewitandin.

Ji aliyekî din, jî çeteyên Lîwa 112 û Lîwaya 3’yemîn, zêdetirî hezar darên zeytûnê yên navçeya Mabeta şewitandin.

Li heman navçeyê li gundê Xazyana çeteyan zêdetirî 5 hezar darên zeytûnê birîn.

Li gel van kirinan, bacan jî li şêniyan disepînin..

Meclisa herêmî ya navçeya Bilbilê, mal li gorî hejmaran dabeş kirine, da kirinên talankirinê hêsantir bike.

Li her malbatekê jî 200 dolar sepandine.

Çeteyên El-Emşat di 10’ê Tebaxê de, bacên heya hezar dolarî jî sepandine.

GIRÊN NAVÇEYÊN BILBIL Û ŞERAYÊ TÊN KOLANDIN Û DIZÎN

Dizîna şûnwarên Efrînê û wêrankirina cihên dîrokî jî raneweste.

Dagirkeriya Tirk, bi alavên giran, girên di navbera gundên Bîbaka, Qaşa û Şerqiyê yên Bilbilê de, dikole, da parçeyên dîrokî bibîne.

Gundê Senarê yê Şiyê, Girê Cirnas ê dîrokî û girê gundê Elkê yê navçeya Şera jî hatin kolandin.

Leave a Reply

Back to top button