Pêşeroja Tirkiyê wê îro diyar bibe

Siyasetmedar û Parlamenterên Partiya Çepên Kesk û yên HDP’ê dengê xwe bikar anîn û diyar kirin ku ev hilbijartin wê pêşeroja Tiriyê diyar bike.
Siyasetmedaran bang li gel kirin ku li dijî faşîzma yek zilamî biçin dengê xwe bikarbînin.

Tûra duyemîn ya Hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê yên li Tirkiyeyê destpêkir.

Vê sibê li Gelek deverên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê gel û siyasetmedarên kurd çûn ser sandogan.

Mîthat Sancar: Divê gelê me biçe ser sandoqan dengê xwe bikarbîne

Hevserokê HDPê Mîthat Sancar û hevjîna xwe li Enqerê dengên xwe dan.

Sancar diyar kir ku ew ji bo pêşerojek ronî ya ket ser wan kirin.

Bang li xelkê kir biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.

Perwîn Buldan: Dengek gelek tiştan diguherîne

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Perwîn Buldan ji bo dengayînê dengê xwe da.

Piştî dengdayînê, Perwîn li pêşiya dibistanê axaftineke kurt kir.

“Dengek gelek tiştan, qedera welatekî diguherîne.

Dengek qedera civakekê diguherîne.

Lewma ji kerema xwe bila her kes biçe dengê xwe bide.

Encama ku em îşev bi dest dixin teqez dê bibe wesîleya guherîna qedera vî welatî.”

Newroz Uysal dengê xwe da

Parlementera YSP’ê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan dengê xwe da.

Newroz Uysal got:

“Em çûn me dengê xwe da.

Dora we ye ji bo gûhertinê, aramî, ziman û civakek azadtir herin dengê xwe bi kar bînin.”

“Em xwedî li sindoqan derkevin”

Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin jî dengê xwe bi kar anîn..

Çîgdem piştî dengdanê bang li dengdêran kir ku dengê xwe bi kar bînin û got:

“Ez dixwazim biçin ser sindoqê û ji bo demokrasî, guherîn, wekhevî û azadiyê dengê xwe bi kar bînin.

Cardin meseleya ewlehiyê heye.

Ez ji niha ve ji bo hevalên xwe yên peywirdar dibêjim quwet be.

Ez dixwazim ji 14’ê Gulanê bêtir baldar bin û bêtir dengên me û sindoqên me û siberoja me biparêzin.

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin jî got:

“Hêvîdar im 28’ê Gulanê ji bo Tirkiyeyê bibe roja azadî, aştî û demokrasiyê.

Çi bibe jî em ê her tim ji bo wekhevî, azadî û aştiyê bitêkoşin.”

Emîna Şenyaşar dengê xwe da: wê guherîn çêbibe

Emîne Şenyaşar jî dengê xwe da û ev bang kir:

“Dê guherîn çêbibe. Xwedî li dengên xwe derkevin.”

Back to top button