
Ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundewarê rojhilatê navçeya Eyn Îsayê agir bi zeviyên çandiniyê ket.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh zeviyên çandiniyê yên nêzî gundê Fatisa yê 15 kîlometreyan dikeve rojhilatê navenda navçeya Eyn Îsayê kirin hedef.
Di encamê de bi dehan hektarên zeviyên genim û ceh şewitîn.
Ekîpên agirkujiyê ji ber êrişên dagirkeran ên ji baregeha li gundê Şir-girakê yê li beramberî rêya M4 nikarin xwe bighînên cihê şewatê.
Hêjaya bibîrxistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh zeviyên çandiniyê yên li gundê Silêbê gulebaran kirin, di encamê de şewat derket.
Agir beriya ku berfireh bibe ji aliyê şêniyan ve hat vemirandin.