DAYIKÊN AŞTIYÊ LI DIJÎ DORPÊÇA WARGEHA MEXMÛRÊ 12 ROJ IN LI BER XWE DIDIN

57 roj in Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûr di bin dorpêçê de ye.
Ji bo rakirina vê dorpêçê 12 roj in Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê jî di çalakiya rûniştinê de ne.

 

Dayik li seytereya PDK’ê ya di navbera Hewlêr û Mexmûrê de çalakiya xwe pêk tînin.

Heta niha rayedarên hikûmeta Herêma başûrê Kurdistanê ti bersiv nedana dayikan.

Dayik jî teqez dikin, heta ku dorpêç bi dawî nebe ew çalakiya xwe bidomînin.

Jinên Wargehê jî piştgirî dan çalakiya Dayîkên Aştiyê û berxwedana wan silav kirin.

Jinan gotin, wê berxwedana dayikên aştiyê serkeftinê bîne.

Leave a Reply

Back to top button