Li Helebê têkiliyên Şamê bi dewletên erebî re hat nîqaşkirin

Li Helebê MSD’ê derbarê bandora vegera têkiliyên şamê bi dewletên erebî re panelek li dar xist.

Panel ji aliyê Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê ve hate organîzekirin.

Panel li ser vegerandina hikumeta Şamê di civaka Ereb û bandoar wê hate lidarxistin.

Panel bi beşdarbûna hemû rêxistinên bajêr û li naveda MSD’ê pêk hat.

Axaftin ji aliyê Hevserokê Têkiliyan ya MSD’ê Hesen Elî ve hate dest pêkirin.

Di panelê de Mijarê weke, nêzîkatiya di navbera Enqera û Şamê, vegera Şamê li komkara Ereb û bandorê wê hatin nîqaşkirin.

Her wiha bal hate kişandin li ser mayîna leşkerên Tirk û Îranê di nava xaka Sûriyê de û hate diyarkirin ku ev tişt ji bo gelê Ereb metirsiyek mezin e.

Back to top button