KIRINÊN QEYÛMÊN AKP’Ê QEYÛMÊ MÊRDÎNÊ 187 KARKER JI KAR AVÊTIN

Piştî ku qeyûmên AKP’ê şaredariyên HDP’ê dagirkirin, êdî dest bi kirin û xerabiyan kirine.
Walî Mûstafa Yaman ku Wezareta Karên Navxweyî cara duyan ew kir qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, 187 karker ji kar avêtin.

 

Qeyûm Mûstafa Yaman destpêkê 150 karker û paşê jî 37 karker ji kar avêtin.

Her wiha qeyûm gefan li karkeran dixwe ku sendîkaya xwe biguherînin.

Rêveberê Sendîkaya Genel Îş a girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger Mehmet Salîh Dogrûl, da zanîn ku gef li endamên sendîkaya wan tên xwarin.

Dogrûl, bi bîr xist ku li bajêr sendîkaya xwedî erk, sendîkaya wan e û got:

“Heta niha gef li gelek karkerên îstifa kirine xwarine.

Berê jî qeyûm bi hezaran hevalên me ji erkê avêtibûn.

Niha jî dixwazin sendîkaya me berteref bikin.

Mehmet Salîh Dogrûl diyar kir ku ewê heta dawiyê mafên xwe biparêzin û ev tişt anî ziman:

Em ê gilî bikin . Ji bo wê jî bila her kes piştevaniya me bike.

 

Leave a Reply

Back to top button