
Hovîtiya dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê li Efrînê didome.
Yek ji wan jin çeteyan li Efrînê du welatî revandin û zêdetirî 3 hezar dar dan ber agir
Efrîn POST ragihand ku çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî du welatiyên Efrînî yek jê jin revandin.
Navê kesên hatine revandin wiha ye:
Elîf Mihemed Resûlo 25 salî ji gundê Kefer Dilyê û Mihemed Celal Qido 29 salî ji Tirenda.
Ev welatî bê ku sedemek hebe hatine revandin û heya niha aqûbeta wan ne diyar e.
Hêjayî gotinê ye ku çete vê yekê dikin bi armanca wergirtina fidyeyê ji malbatên wan e.
Çeteyan 3 hezar dar dan ber agir
Efrîn NEWS 24 jî diyar kir ku çeteyên Feyleq Elşam zêdetirî 3 hezar darên zeytûn û hinaran li gundên Kebaşîn, Kalota û Zoq yê mezin şewitandin.
Efrîn NEWS da zanîn biryara şewitandinê ji aliyê serçeteyên bi navê Ebû Elnûr, Şêx Ebdellah û Ebû Idrîs têne dayîn.