HRE: LI EFRÎN Û MARÊ 3 ÇETEYÊN DEWLETA TIRK HATIN KUŞTIN

Hêzên Rizgariya Efrînê li Efrîn û Mari’ê çalakî pêk anîn, 3 çeteyên Tirkiyê hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê derbarê çalakiyan de daxuyaniyek da.

Hêzên Rizgariyê diyar kir ku çalakiyên wan li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didomin.

Di vê çarçoveyê de me 12’ê Îlonê li Marê li dijî çeteyên Tirkiyê çalakiyek sekvaniyê lidar xist.

Di çalakiyê de çeteyekî Tirkiyê hat kuştin.

Heman rojê me bi çalakiyeke sabotajê çeteyên Cebha el-Şamiyê li derdora gundê Malikiyê yê navçeya Şera kirin armanc.

Di vê çalakiyê de jî 2 çeteyên koma navborî hatin kuştin.

Doh jî Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiyên hêzên wan li Ezaz û Babê de 3 çeteyên Tirkiyê hatin kuştin

Leave a Reply

Back to top button