
Mîhrîcana Govendên Kurdistanê ku yek ji kevneşopiyên Kurdistaniyên li Ewropayê ne.
Roja Înê li Hannoverê hat lidarxistin û du rojan dom kir.
Mîhrîcan bi durişma”Çanda me nasnameya me ye” pêk hat.
Di roja dawî de 23 komên govendê hunera xwe pêşkêş kirin.
Mîhrîcan ji aliyê Yilmaz Kaba û Berfîn Hêzil ve hate pêşkêşkirin.
Hunermend Hozan Xanemîr, Diyar Mehrovî, Baran-Serhat û Serhan stranên xwe pêşkêş kirin.
Mamosteyê govendê Welî Botî bi navê komîteya amadekar axivî û anî ziman:
“Mîhrîcan ji pêşbirkê wêdetir şahiyeke çandê ye.
Lewma jî hemû ciwanên ku tevlî vê çandê bûne di dilan de bûne yekemîn.
Ya girîng xwedîderketin û parastina vê çandê ye.”
Koma Faraşîn û Koma Şehîd Delîl Çiyager ên ji Berlînê tevlî bûn hêjayî Xelata Taybet a Jûrî hatin dîtin.
Xelata Kostumê radestî koma jinê ya Koma Evîna Welat,
Xelata Lêkolînê jî pêşkêşî Koma Kulîlkên Welat a ji Dûîsbûrgê hate kirin.