Kemal Kiliçdaroglu: Em bi hilbijartineke gelekî newekhev re rû bi rû man

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu jî diyar kir ku wê meşa wan a li dijî desthilat bidome.

Serokê Giştî yê CHP’ê û Namzetê Tiaqa Miletê yê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû, têkildarî encamên tûra 2’yan ên hilbijartina serokkomariyê daxuyanî da.

Kiliçdaroglû di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew bi hilbijartineke gelekî neadil re rû bi rû mane.

Kiliçdaroglû di berdewama daxuyaniyê de bilêv kir ku lê di vê hilbijartinê de careke din derketiye holê ku gel xwestiye rejîma otorîter bê guherandin û got:

“Ez dixwazim 25 milyon welatiyên me yên ku raya xwe dan min serbilidn bin. Meşa me didome, em li vir in.”

HDP û Partiya Çepên Kesk: Em ê siyaseta demokratîk mezin bikin

Back to top button