EYŞA HISO: ALIYÊN TEVLÎ INSIYATÎFÊ NABIN BINKEFTINA YEKÎTIYA KURDÎ ARMANC DIKIN

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk Eyşe Hiso, têkildarî insiyatîfa KNK’ê-Rojava axivî û piştgiriya xwe bi isiyatîfê re nîşan da. Eyşa Hiso diyar kir ku partî û hêzên ku însiyatîfa KNK’ê red dikin girêdayî ajandeyên derve ne û bi rêya îdiayên xwe binketina Insiyatîfê armanc dikin.

 

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê Eyşe Hiso derbarê Insiyatîfa KNK’ê ya ji bo yekrêziya partiyên Kurdî axivî.

Eyşa Hiso piştgiriya xwe ji insiyatîfa KNK’ê re nîşan da û got:

“KNK’ê roleke girîng û çalak ji bo yekrêziya refa Kurdî û parastina destkeftiyên Kurdan dilîze.”

Eyşa redkirina hin partiyan ji insiyatîfa KNK’ê re bi bîr xist û destnîşan kir ku ew partî asta girêdana xwe bi ajandeyên derve ve isbat dikin û got:

“Di serî de ENKS’ê, bêdengiya wê li hember binpêkirinên Tirkiyê yên li ser gelê Kurd, isbata vê yekê ye.”

Hevseroka PYD’ê îşaret bi îdîayên ENKS’ê jî kir û ev titş anîn ziman:

“ENKS’ê bi hinceta ku KNK’ê girêdayî PYD’ê ye tevlî insiyatîfê nabe.

Ev îdîa dûrî rastiyê ne.

Armanca wan ji van îdiayan dûrketina ji însiyatîfa yekrêziya refa kurdî û binkeftina yekîtiyê ye.”

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê Eyşe Hiso bang li tevahiya aliyan kir ku li dora însiyatîfê kom bibin û wiha bi dawî kir:

“Wek partî em di bangawaziya xwe ji bo pewîstiya yekrêziya refa Kurd berdewam in.

Ji bo ku pirsgirêkên xwe li ser masayekê di hundir de çareser bikin, isiyatîf û armancên wê diyar in.

Hemû kesên ku dixwazin beşdar bibin, bila kerem bikin û layîqê fedekariyên mezin ên gelê Kurd bin.”

Leave a Reply

Back to top button