Kurdan dîsa ji Erdogan re gotin na

Di tûra duyemîn a hilbijartina Serokkomariyê de ku bi binpêkirina pîvanên hilbijartinê derbas bû, tevî zext, dizî û êrişan jî li 14 Bajarên Bakûrê Kurdistanê Kurdan bi dengekî mezin ji Erdogan re gotin Na.
Lê ji ber dengê bajarên Tirkiyê û Ewropayê Erdogan bi ferqa 4 pûana careke din weke Serokkomarê Tirkiyê hate hilbijartin.

Doh tûra duyemîn a hilbijartina Serokkomariya Tirkiyê pêk hat.

Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ku di pirsgirêka Kurd de bi polîtîkayên înkarê konsepta şer kûrtir kir, di hilbijartinên tûra duyemîn a Serokkomariyê ya 28’ê Gulanê de careke din li Kurdistanê dengan winda kir û namzetê Serokkomariyê yê Tîfaqa Mîllet Kemal Kiliçdaroglû deng zêde wergirt.

Israra şer deng da windakirin

Li Şirnex û Colemêrgê yên li ser sînorê herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Başûrê Kurdistanê ku konsepta şer a sala 2015’an de xistibû meriyetê, winda kir.

Di dengên Erdogan de zêdebûn çênebûn, Kiliçdaroglû li Şirnexê sedî 76,30, li Colemêrgê jî sedî 72 deng wergirt.

Kurdistan ji guhertinê re got ‘erê’

Li Amedê ku bûye navenda polîtîkayên zexta desthilata AKP’ê; Erdogan sedî 23,37 deng wergirt, Kiliçdaroglû jî sedî 71,61 wergirt.

Li Mêrdînê jî sedî 34 dengên ku Erdogan di hilbijartinên 2018’an de wergirtibû, neguherî.

Li Êlîhê rêjeya dengên Erdogan di sedî 32 de man. Kiliçdaroglû jî li Mêrdînê sedî 65,22, li Êlîhê sedî 67, 90 deng wergirt.

Li Dersimê ku konsepta şer a AKP û polîtîkayên şerê taybet herî zêde lê hene, Erdogan ku di hilbijartinên 2018’an de sedî 18,00 deng wergirtîbû, di hilbijartinên 28’ê Gulanê de sedî 17,19 deng swergirt.

Li Erdexanê sedî 57,68, Qersê sedî 56,40, Îdir sedî 66,78, Agirî sedî 65,34, Mûş sedî 58,33, Wan sedî 61,50, Bêdlîs sedî 50,21 û Sêrtê sedî.

Lê dengên kurdan têrê nekir ku Kiliçdaroglu biserbikeve
YSK’ê Erdogan wekî serokkomar îlan kir.

Lê Tevî ku Erdogan li Bakurê Kurdistan deng negirt jî bi dengê bajarên Tirkan û yên Ewropayê di hilbijartinê de serket.

Erdogan ji sedî 52 Kiliçdaroglu ji sedî 48 deng girt

Serokê saziya Hilbijartinê ya Tirkiyê Ahmet Yener têkildarî encamên hilbijartinê de daxuyanî da.

Yener daxuyand ku heya niha ji sedî 99.43’yê sindoqan hatiye vekirin û got: “Li gor encamên heyî Tayyîp Erdogan ji sedî 52.14 û Kemal Kiliçdaroglû jî ji sedî 47.86’ê deng wergirtiye.”

Yener, li gor encamên heyî Erdogan wekî serokkomar îlan kir.

Back to top button