Komîteya Rêveber a PKK’ê bi daxuyaniyekê Endama Meclisa PAJK û PKK’ê Leyla Sorxwîn bi bîr anî.
PKK’ê diyar kir hevrê Leyla bi sekna xwe, dilsoziya bi rastiya Rêber Apo re wê timî rê nîşanî me bide û got:
“Gelê Kurd ku yên mîna Leyla Sorxwîn ji nav rabû, wê ti carî têk neçe!”.
Komîteya Rêveber a PKK’ê ji bo bîranîna Endama Meclisa PAJK û PKK’ê Leyla Sorxwîn daxuyaniyek weşand.
Komîteyê detpêkê de şehîdên leheng ên meha Gulanê û têkoşîna azadiyê bi bîr anîn.
PKK’ê diyar kir ku hevreya me Leyla Sorxwîn li ser xeta Egîd û Zîlan bû fermandar.
Hevrêya me Leyla Sorxwîn Di nava PKK’ê de her tim cihê xwe li nava refên gerîla û eniya pêş girt.
Timî xwest li qadên zehmet bimîne, bi têkoşîna xwe astengî nas nekir.
Şervaneke fedakar û wêrek bû, di her astê de fermandarî kir.
Bi têkoşîna xwe ya serketî cihê xwe di nava Konseya Fermandariyê ya YJA Starê û HPG’ê de girt.
Ji bo bicihanîna stratejiya şerê gel ê şoreşgerî kedeke mezin da.
Komîteyê da zanîn ku hevrê Leyla Sorxwîn yek ji milîtanên pêşeng ên têkoşîn û pêşketina dîrokî bû.
Ji bo şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li cîhanê belav bibe bi roleke girîng rabû.
Di vê pêvajoya têkoşînê ya giran de berpirsyarî, fedakarî û wêrekiya Apoyî di asta herî bilind de nîşan da.
Li dijî sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê, li refên herî pêş beşdarî têkoşînê bû.
Hevrê Leyla bi sekna xwe, tevlîbûna xwe, wê timî rê nîşanî me bide.
Komîteya Rêveber a PKK’ê dawiyê tekez kir ku şehîdên me yên leheng wê timî bibin meşaleya azadiyê.