Berxwedana şêniyên Wargeha Mexmûrê didome

Berxwedana penaberên Mexmûrê ya dijî têlkirin û dorpêça ser wargehê 10 rojin bê navber dewam dike.
Iraq 10 rojin tevî têlkirinê, hewl dide bîra avê ya wargehê desteser bike û avê li ser xelkê wargehê qut bike.

Hewldanên Artêşa Iraqê ya ji bo têlkirina derdora wargeha penaberan ya Mexmûrê bê navber didome.

Ji roja destpêkê heya niha penaberên Mexmûrê li hemberî vê hewldanê rawestiyane û li ber xwe didin.

10 rojin Iraq bi israre û her roj hewl dide derdora wargehê bi têlan dorpêç bike.

Xelkê wargehê 10 rojin şev û roj di nava berxwedanê dene..

Tevî di hemû hevdîtinan de Iraqê soz da ku ewê dora wargehê têl nekin, lê her roja diçe isrartir dibin.

Bi taybet leşkerên Iraqê dixwazin ava wargehê qut bikin..

Ji bo vê duh jî hewl dan dora bîra avê ya wargehê bigrin û desteser bikin.

Carek din şêniyên wargehê li ber vê rawestiyan û nehiştin ava wan were qutkirin.

Iraq bi taybet berê xwe dide bîra avê û dixwaze avê bi temamî li ser xelkê wargehê qut bike.

Artêşa Iraqê carek din ji bo têlkirina Mexmûrê kete nava tevgerê

Back to top button