“Divê kesek li hemberî dorpêça li Wargeha Mexmûrê bedeng nemîne”

Yek ji doktorên li Wargeha Penaberan a (Mexmûrê) Mihemed Unver ser kêmbûna derfetan got:”Li Mexmûrê krîzeke cidî ya tibî heye.
Bi qasî pêwîst ne derman û ne jî amûrên tibî hene.”

Mihemed Unver bal kişand ser kêmbûna derfetên di bin dorpêçê de.

Unver diyar kir ku ev dorpêç li ser qada tendurîstiyê bandor kiriye û got:

“Ev saleke ji aliyê Iraqê ve rê nayê dayîn ku derman û pêwîstiyên tibî derbasî nava wargehê bibin.

Bi vê hewldana Iraqê ku hefteyek li dû xwe dihêle, rewşa me ya tendurîstî xiste rewşeke awarte.”

Dr Unver anî ziman ku divê kes li ber vê dorpêç û ambargoyê bêdeng nemîne.

“Divê mirov erkê xwe yê exlaqî, wijdanî, mirovî û netewî bicih bîne.”

Dr. Mihemed Unver Herî dawî ev bang kir:

Pêwîste saziyên tenduristiyê yên NY erka xwe bi cih bînin.

Back to top button