Li ser sînorê di navbara Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de di encama teqîna mayînekê de kolberek birîndar bû.
Li gorî nûçeya malpera civakî ya Kolbernews’ê, li herêma Pîranşarê ya Parêzgeha Urmiyê ji ber tarîbûn, mij û tirsa ji hêzên leşkerî yên Îranê, karwanekî kolberan ketine qada mayînkirî.
Li wir kolberekî pê li mayînê kir û mayîn teqiya.
Di encamê de her du lingên kolberê bi navê Şehab Akfude qutbûn.
Li Rojhilatê Kurdistanê ji ber bêkarî û rewşa giran a jiyanê bi hezaran Kurd dinava şert û mercên dijwar de li ser sînor karên kolberiyê dikin.
Salane ji ber teqîna mayînan, şert û mercên xwezayê û êrîşên hêzên Îranê bi dehan kolber jiyana xwe ji dest didin û birîndar dibin.