Efrîna dagirkirî-Sûc, hovî û binpêkirinên dewleta Tirk

Li Efrînê çeteyên Feyleq Elşam 2 welatî revandin û mala welatiyekî jî hate talankirin.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku çeteyên Feyleq Elşam bi behaneyên mîna her carê du welatî li Efrînê revandin.

Navên her du welatiyan jî wiha ye:

Mamed Hisên û Mihemed Hisên ji gundê Kebaşîn.

Efrîn POST jî diyar kir ku mala welatiyê bi navê Omer Hemîd ji gundê Qetma ya Şera ji aliyê çeteyekî Sultan Mûrad ve hate talankirin.

Hat zanîn ku çete tiştên ji mala Hemîd dizîne û ber bi Cindirêsê ve birine.

Ibrahîm Şêxo: Komên girêdayî dewleta Tirk li Efrînê sûcên şer dikin

Back to top button