Îsraîlê baregehên Hizbullah ên li Şamê kirin hedef

Israîlê bi hebûna Îranê û Hizbullah êrişên xwe li dijî Sûriyê zêdetir kirine. Şevê din artêşa Israîlê bi moşekan gelek deverên derdora Şamê bombebaran kirin û di encamê de 5 leşkerên Hizbullah birîndar bûn. Li bakurê Laziqiyê di êrişa çeteyên Heyet Tehrîr El Şam de fermandarekî hêzên taybet ên Rûsyayê hate kuştin.

Êrişên Israîlê yên li dijî xaka Sûriyê didomin..

Şevê din artêşa Israîlê bi moşekan derdora paytexta Sûriyê Şamê bombebaran kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku bargeha parastina Hewayî a Sûriyê li nêzî Şamê ku leşkerên Hizbûllah li bicih bûne, hate bombebaran kirin.

Di ecncamê de 5 leşkerên Hizbullah birîndar bûn.

Her wiha bajarokê Eqreba yê li gundewarê Şamê û balafirgeha Şamê ya Navneteweyî bûn armaca êrişên Israîlê.

Sana: Pargala parastina hewayî çend moşek anî xwarê

Ajansa SANA ya bi ser hikûmeta Şamê ve li ser zimanê çavkaniyekî leşkerî diyar kir ku Îsraîlê ji aliyê Colanê Sûrî yê dagirkirî ve, êrişek li dijî nuqteyên li derdora Şamê pêk anîn.

Li gorî wê, di dema êrişê de pergala parastina hewayî çend moşek anî xwarê lê nikarîbû rê li ber êrişê bigire.

Li herêma bêçek asta şer girantir dibe

Li herêma qaşo bêçak e di navbera hêz û komên alîgirên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de jî şer û êriş dewam dikin.

26’ê Gulanê ango roja Înê di navbera her aliyan şerekî giran qewmî..

Balafirên Şer yên Rusî gelek deverên Idlibê bombebaran kirbû.

Di sala 2023’an de yekemîn care ku balafirên Rûsiya êrişî cihên çeteyan dikin.

Beriya wê serçeteyekî Heyet Tehrîr El Şam di şerê li hemberî hêzên hikumeta Şamê yê li gundewarên Kebanê de hatibû kuştin.

Piştî wê, çeteyên Heyet Tehrîr El Şam gelek navendên Hikûmeta şamê topbaran kir.

Di êrişa çeteyan de fermandarekî hêzên Rûsyayê hat kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê eşkere kir ku di êrişa çeteyan ya li eniya Cib Ehmer a li bakurê Laziqiyê, fermandarekî hêzên taybet ên Rûsyayê Oleg Pitchvesti hatiye kuştin.

Li gorî çavdêriya Sûrî, ji destpêka 2023’an de 215 kes di êrişên bejahî yên li “herêma bêçek” de hatin kuştin.

Her wiha zêdetirî 150 kes birîndar bûn.

Back to top button