Li Urdinê ji ber lehiyê kesek mir

Li bajarê Eqebe yê Urdinê ji ber barana zêde lehî rabû û welatiyekî jiyana xwe ji dest da.

Her wiha li parêzgeha Zerqa jî zarokekî 13 salî heta niha wenda ye û 7 erebe li ber avê çûn.

Di heman demê de li hin deverên Urdinê, ji ber libên mezin ên teyrokê, ziyan gihîşt gelek erebeyan û camên hinan ji wan şikestin.

Rêveberê rêveberiya seqa ya Urdinê, Ebdul Min’im El-Qerale diyar kir ku ev bager îro jî dewam dike û bang li welatiyan kir ku dûrî newal û cihên herikîna avê bikevin.

Back to top button