Idlib-Rûsya çeteyên li Cebel El-Zawiyê bombebaran kir

Balafirên Rûsiyayê nûqteyên çeteyan li Cebel El-Zawiyê bembebaran kir.

Çavdêriya Sûriya ya Mafê Mirovan ragihand ku balafirên Rûsiyayê gundê Bzabûr ya Cebel El-Zawiyê bembebaran kir.

Her wiha heman gund ji aliyê hikûmeta Şamê jî hate topbaran kirin.

Li gor Çavdêriyê ti ziyanên canî heta niha nehatiye ragihandin.

Ev êriş piştî gotina serçeteyên Tehrîr El-Şam Mehemed El-Colanî pêk hat.

Colanî digot em ê berê xwe bidin deverên Hikûmeta Şamê.

Back to top button