NY: RÊJÎMA SÛRÎ Û RÛSYA ÊRÎŞÊN BIPLAN LI DIJÎ SAZIYÊN SIVÎL PÊK TÎNIN

NY der barê şer û rewşa li Sûriyê ji destpêka vê salê heta miha tebaxê raporek amade kir.
Di raporê de NY destnîşan dike û Rejîma Sûrî bi hevkariya Rûsyayê êrîşên biplan li dijî saziyên sivîl li Sûriyê pêk tînin û ev êrîş di asta sûcên şer de ne.
Her wiha NY tekez dike ku çeteyên dewleta Tirk jî bi awayekî bêserûber topbaranê li dijî sivîlan pêk tînin.

Der barê şer û binpêkirinên li Sûriyê Netewyên Yekbûyî raporek amade kir.

Rapor rewşa li Sûriyê ji destpêka sala 2019an het meha Tebaxê digire nava xwe.

Ji bo belgekirinê jî raporê xwe spartiye 300 hevdîtin, vedyo û analîzkirina wêneyên satelayîtî.

NY di rapora xwe de diyar dike ku rejîma Sûrî bi hevkariya Rûsyayê êrîşên biplan li dijî saziyên sivîl û tenduristiyê pêk tînin.

 

NY: ÊRÎŞÊN RÊJÎMÊ LI BAKUR-ROJAVAYÊ IDLIBÊ SÛCÊN ŞER IN

NY ev êrîş bi sûcên şer bi nav kirin û got:

Rejîma Sûrî bênavber êrîşên xwe li dijî Bakur- Rojavayê Idlibê pêk tîne.

Di van êrîşan de rejîmê bi zanebûn saziyên tenduristiyê kirine armanc û di encam de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest daye.

 

NY: HEYIT TEHRÎR EL-ŞAM BÊSERÛBER SIVÎLAN TOPBARAN DIKE

Her wiha NY di rapora xwe de bal kişande ser binpêkirinê çeteyên dewleta Tirk û wiha anî ziman:

Heyet Tehrîr El-Şam bêserûber topbaran li dijî sivîlan pêk anîye.

Di encamê êrîşên wan de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest daye.

Hêjayî gotinê ku binpêkirina agirbesta yekalî ya ku li Herêmên ‘Bêçek’ hatibû ragihandin dewam dike.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku balafirên şer ên Rûsya herêma Bendava  El-Şexir a bejahiya rojavayê Idlibê bombebaran kir.

Leave a Reply

Back to top button