PARLAMENTER MERAL BEŞTAŞ: AKP’Ê DARBEKAR E

Nerazîbûna li dijî dagirkirina şaredariyên HDP’î didomin.
Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku ji ber ku darbekarên 12’ê Îlonê bi awayekî rast nehatine darizandin, darbeyên nû li welat pêk hatin.

Nobeta Demokrasiyê ya li dijî erkdarkirina qeyûman li ser şaredariyên bajarên mezin ên HDP’ê hatiye destpêkirin, li Mêrdînê di roja 25’an de didome.

Di nobeta îro de Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Beştaş axivî û got:

“AKP bixwe bûye darbekar.

Darbeyên 1’ê Miijdarê, 4’ê Mijdarê û 19’ê Tebaxê qet ji bîra me naçe.

Darbeya 19’ê Tebaxê ne darbeya leşkerî ye lê darbeyeke siyasî ye.

BULBUL: EM Ê LI DIJÎ VÊ DARBEYÊ LI BER XWE BIDIN

Her wiha Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul jî diyar kir ku dagirkirina şaredariyên HDP’î darbeya li dijî sivîlan e.

Bulbul got: Em ê mafên xwe yên rewa hemûyan bi kar bînin û li dijî vê darbeyê li ber xwe bidin.

 

Leave a Reply

Back to top button