DI SERÎ EFRÎN DIVÊ DAGIRKERIYA TIKRIYÊ LI HEMÛ HERÊMAN BI DAWÎ BIBE

Êşîrên Kurd yên bakur û rojhilatê Sûrî li Dêrikê di komcivînekê de rewşa heyî û bi taybet gefên Tirkiyê nîqaş kirin.
Di komcivîna bi sponseriya Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûrî de zêdeyî hezar û 200 nûnerên eşîrên Kurd amade bûn.
Piştî nîqaşên berferh, êşîrên Kurd daxuyaniyek dan.
Eşîran gef û dagirkeriya Tirkiyê red kirin û di serî de Efrînê banga bidawîkirin dagirkeriya Tirkiyê kirin .
Her weha bang li Şamê kirin ku bi MSD’ê û ji bo çareserkirina aloziyê dest bi diyalogên cidî bike.

Êlên Kurd ên bakur û rojhilatê Sûrî ji bo nîqaşkirin rewşa heyî bi taybet gefên Tirkiyê li Dêrikê li hev kom bûn.

Komcivîna bi sponseriya Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûrî li Dêrikê hat lidarxistin.

Komcivîn bi slogana “Ji bo wefedariya bi şehîdan re berxwedana me ji bo parastina gel û destkefiyan berdewam e ” bi rê ve çû.

Zêdeyî Hezar û 200 nûnerên ji eşîrên Kurd yên Bakur û Rojhilatê Sûrî beşdar bûn.

Her wiha nûnerên ji YPJ/YPG/QSD`ê, hêzên Ewlekariya Hundirîn, MSD, nûnerên ji saziyên civaka sivîl, Kongra Star, partiyên siyasî, rewşenbîr û hejmareke ji mêvan, şêx û rûspiyên eşîrên erebî jî hazir bûn.

Piştî axaftin û nîqaşan komcivîn bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Di daxuyaniya Eşîrên Kurd de ev peyam derket pêş:

 

” Em ji raya giştî re diyar dikin ku doza Kurdî li Sûriyê bi rêya çareseriyeke wekhev û destûreke nû ya demokraîtk ji bo tevahî herêmê pêkan e.

Em gef û dagirkeriya Tirkiyê red dikin.

Em aştîxwazin. Em hewl didin bi rêya Rêveberiya Xweser ku yekîtiya û serweriya Sûriyê dixwaze ,diyalog û aloziyên xwe çareser bikin.

Em bang li hemû gelên Sûriyê dikin ku li dijî gefan di yek rêzê de bisekinin.

Her weha bang li Emerîka ku Koolîsyona Navdewletî bi rêve dibe, komkara Erebî û hemû rêxistinên mafên mirovan kir ku bi erka xwe rabin.

Dagirkeriya Tirkiyê di serî de li Efrînê li hemû herêmên dagirkirî bi dawî bikin.

Bang li Şamê jî dikin ku dest bi diyalogên cidî bi MSD`ê re bike da ku aloziya heyî çareser bibe.

Em teqez dikin ku em li pişta hêza xwe QSD’ê û Rêveberiya xwe ya Xweser in heta ku hemû xeterî radibin.”

Leave a Reply

Back to top button