MÛSTAFA KARASÛ: FAŞÎZMA 12’Ê ÎLONÊ LI ZINDANAN TÊK ÇÛ

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû ku yek ji berxwedêrên Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê bû, bi boneya salvegera darbeya 12’ê Îlonê ya 1980’î axivî.
Karasû got:
“Faşîzma 12’ê Îlonê li zindanan li hemberî faşîzmê têk çû.
Dema wan dixwestin PKK’ê di nava zindanan de winda bike, faşîzma 12’ê Îlonê li hemberî îdeolojiya PKK’ê , têk çû.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû yê ku yek ji berxwedêrên Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmeha 1982’an bû bi wesîleya salvegera darbeya 12’ê Îlonê ya 1980’î axivî.

Mûstafa Karasû şehîd û berxwedêrên li hemberî faşîzma 12’ê Îlonê bi hurmet bi bîr anî û got :

“Bi saya berxwedêr û şehîdan darbeya 12’ê Îlonê negihişt armanca xwe.

Ji bo ev darbe were fêmkirin divê rewşa li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn were fêmkirin.

Sedemên navxweyî û derve yê 12’ê Îlonê hene.

Dema her du dibin yek darbeya faşîst a 12’ê Îlonê pêk tê.”

 

MÛSTAFA KARASÛ: BI 12’Ê ÎLONÊ RE ÎSLAMIYA SIYASÎ XISTIN NAV DEWLETÊ

Karasû diyar kir ku Tirkiye welatekî misilman e û endamê NATO’yê ye û got :

“Li Tirkiyeyê Îslamiya Siyasî xurt kirin û xwestin Tirkiyeyê kontrol bikin û li ser vî esasî desthilatdariyê li ser Rojhilata Navîn bikin.

Bi 12’ê Îlonê re Îslamiya Siyasî xistin nav dewletê.

Berê ceza didan kesên ku ol dikirin amûra siyasetê lê piştî 12’ê Îlonê wan bixwe ol ji xwe re kirine amûr.

 

MÛSTAFA KARASÛ: ZEMÎNA ÎRO BI DARBEYA 12’Ê ÎLONÊ RE HATIYE AFIRANDIN

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû li ser bandorên wê demê yên li ser niha wiha got:

”Heke îro hîn jî li Tirkiyê demokrasî qels be, hîn jî hişmendiya dewletê zêde be, heke zexteke wiha li ser CHP’ê jî tê danîn, zemîna vê bi darbeya 12’ê Îlonê hatiye avakirin.”

Karasû bi domdarî got ji bo ku darbe were mayindekirin Destûra 12’ê Îlonê hatiye danîn û got,

”Lê van berxwedanan destûr parçe kirin. Her kesî piştre hewl da ku destûrê biguherîne.

Li cîhanê ti destûr bi qasî vê neyê rexnekirin.

Leave a Reply

Back to top button