RÛSYA Û ISRAÎL WÊ LI SOCHIYÊ REWŞA SÛRÎ GOTÛBÊJ BIKIN

Bûroya serokwezîrê Israîlê ragihand ku Rûsya û Israîl wê li Sûtchiyê aloziya Sûrî gotûbêj bikin.

Bûroya Serokwezîrê Israîlîyê Binyamîn Netinyaho ragihand ku ji bo gotûbêjkirina aloziya Sûrî Neteniyahu û Serokê Rûsyayê Viladîmir Putin li Sûtichê dicivin.

Li gorî buroyê wê naveroka civînê danûstandinên der barê kordînekirin û hevkariya herdu welatan ên leşkerî be.

Tê payîn ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Neteniyahu wê hevdîtinekê li gel Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sêrgî Şiwêxo bike û fikarên xwe ji bo hebûna Îranê li Sûriyê parve bike.

 

 

Leave a Reply

Back to top button