Li bajarê Minbicê kemyoneke ku bi zebzeyan barkirî bû teqiya, li gorî agahiyên destpêkê du kesan jiyana xwe ji dest da.
Teqîn li nêzî çerxerêya Medafi ya li deriyê têketina bajêr li aliyê rojava li ber dukaneke tamîrkirina wesayîtan pêk hat.
Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin di encam de 2 kesan jiyana xwe ji dest da.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn cihê teqînê dorpêç kirin û lêpirsîn dan destpêkirin.