
Dewleta Tirk a dagirker bi aramanca avakirina çembereke tirkmanî di navbera Efrîn û Tirkiyê de 2 hezar û 300 malbatên tirkmenî li ser sînor bi cih kirine.
Hevserokê Herêma Efrînê Bekir Elo diyar kir ku dewleta Tirk li seranserî sînorê Tirkiyê-Sûriye yê korîdora Tirkmenan ava dike.
Dewleta Tirk a dagirker polîtîkeyên tirkkirin û asîmîlekirinê li Efrîn û herêmên din ên ku dagir kirine (Cerablus, Bab, Ezaz, Idlibê) didomîne.
Li gorî Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê artêşa Tirk a dagirker di 15’ê Tebaxa îsal de dest bi bicihkirina malbatên Tirkmen li xeta sînor kirin da ku çembereke tirkmanî di navbera Efrîn û Tirkiyê de ava bike.
Di heman demê de pêwîstiyên tirkmenên ku bi cih kirine ji xanî bi cih tîne û pereyek bilind didin wan.
Dewleta Tirk heman rêbazên ji bo hundirên Efrînê jî bi kar tîne ku tirmenan teşwîq dikin da ku li Efrînê bi cih bînin.
Artêşa dagirker a Tirk, malbatên Tirkmen ji Bab, Raî, Cerablus, Ezaz, Idlib, Hums, dewletên Asya, Tirkustan û Ozbekistanê tîne û li Efrînê bi cih dike.
Niha li gundên Kefer Cenê 300 malbatên, navçeya Şerayê 900 malbat, navçeya Bilbilê 800 malbat û navenda bajarê Efrînê zêdetirî 300 malbatên Tirkmen bi cih dibin.
Di vî warî de hevserokê Herêma Efrînê Bekir Elo got:
Dewleta Tirk a dagirker piştî niştecihên resen koçber kir demografiya herêmê diguhere û li seranserî sînorê Tirkiyê-Sûriye yê korîdora Tirkmenan ava dike.