3 CANGORIYÊN AZADIYÊ LI HESEKÊ HATIN OXIRKIRIN

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê bi merasîmekê 3 cangoriyên azadiyê li goristana şehîd Dijwar oxir kirin.
Di merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya endamekî Hêzên Ewlehiya Hundirîn eşkere kir.

 

Şervanên QSD’ê Feysel Xidir Silêman bi nasnav Nimir Firat, Xalid Etiya Silêman bi nasnav Elîşêr Hesekê û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îmad Xelef El-Necim di dem û cihên cûda de şehîd bûn.

Bi sedan şêniyên Hesekê û gundewarên wê cenazeyê her sê şehîdan ji Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi kerwanekî ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve ketin rê.

Li goristanê merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ’ê ve hat ldar xistin.

Piştre li ser navê Desteya Karûbarên Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê, Meclisa Leşkerî ya Hesekê û Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûrî axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û têkoşîna şehîdan di rizgarkirina herêmê de destnîşan kirin.

Her wiha soza sopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên wan dan.

Piştî axaftinan Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Mîlad Mûsa El-Mişrif eşkere kir.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên şehîdan di nava slogan û tilîliyên dayikan de hatin oxirkirin.

Leave a Reply

Back to top button