ARTÊŞA WETENÎ YA LÎBYAYÊ LI BAJARÊ MISRATAYÊ 3 BALAFIRÊN KEŞFÊ YÊN TIRKA XISTIN XWARÊ

Artêşa Wetenî ya Lîbayê bi daxuyaniyekê ragihand ku 3 balafirên keşfê yên Tirkiyê xistine xwarê.
Her wiha avahiya firokeyan a li bajarê Misrata jî rûxandin.

Artêşa Wetenî ya Lîbayê di daxuyaniya xwe de wiha got:

Piştî gelek nuqteyên bajêr bi çekên asmanî bûn armanc, hemû avahiyên firokeyên Tirkiyê yên li bajarê Misrata hatin rûxandin.

Her wiha artêşa me jî sê firokeyên keşfê jî xistin xwarê.

Balafirên Artêşa Wetenî ya Lîbayê nêzî 15 wesayitên leşkerî yên artêş Wîfaqê kirin armanc.

Ji destpêka operasyonên leşkerî yên bi armanca rizgarkirina paytexta Terablusê, balafirên artêşa Lîbyayê heta niha zêdetirî 10 firokeyên Tirkiyê xistine xwarê.

Leave a Reply

Back to top button