Hêzên Parastina Civakî HPC’ê, li her derê seferber bûne û parastina zeviyan dikin.
Hêviya wan jî, ji xelkê ew e ku bi baldarî tevbigerin û misûma xwe biparêzin, da tu musima îsla bi silametî biqedînin.
Şev û roja xwe li ber van simbil û erdan diqedînin.
Em behsa Hêzên Parastina Civakî HPC’ê dikin ku ji destpêka misûma çinîna ceh û genim, seferber in.
Wedha dayîkeke temen mezin e, bi vî temenê xwe li ber tava germ disekine û parastina zeviyan dike.
Gelek caran zevî bi destê sîxûrên dewleta Tirk hatine şewtandin.
Li Qamişlo jî hejmarek mezin ji HPC’ê li ser erdan belav bûne.
Û bi riya gera bi ereb û matoran parastina zeviyan dikin û bi baldarî tev digerin.
Hêvî û banga wan ji xwediyê erebeyan û ji xelkê jî ew e bi wan re alîkarbin.
https://youtu.be/13olKHz1YZc



