PENTAGON: MAKENÎZMEYA EWLEKARIYÊ SERKEFTÎ BI RÊ VE DIÇE

Berdevkê Wezareta Parastinê yê Emerîkayê PENTAGON Sean Robertson tekez kir ku Makenîzmeya Ewlekariyê ya Herêma Parastina Sînor bi serkeftî bi rê ve diçe û QSD’ê gav bi gav pabendî wê dibe.
Robertson destnîşan kir ku hevkariya wan bi QSD’ê re ji bo têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê berdewam e û wê ji bo parastina ewlehiya herêmê her berdewam be.

Berdevkê Wezareta Parastinê yê Emerîkayê PENTAGON Sean Robertson têkildarî birêveçûna Makenîzmeya Ewlekariyê ya Herêma Parastina Sînor, bersiva hin pirsên telveziyona El-Hurayê da.

Sean Robertson tekez kir ku heta niha gavên cidî ji bo pêkanîna Makenîzmeya Ewlekariyê ya Herêma Parastina Sînor hatina avêtin û wiha got:

Berpirsên leşkerî yên Emerîkî bi Tirkiyê re birêveçûna lihevkirinê gotûbêj kirin û heta niha herêm bi awayekî serkeftî bi rê ve diçe.

Ev yek jî di encamê dewriyeyên hevbeş ku li herêmê pêk hatin de hat tekezkirin.

 

PENTAGON: PABENDIYA QSD’Ê NIYETA WÊ YA BAŞ DESTNÎŞAN DIKE

Hêzên Sûriya Demokratîk jî gav bi gav pabendî vê lihevkirinê dibin û ev yek jî niyeta QSD’ê ya baş destnîşan dike.

Ji bo rûbera vê herêmê jî Robertson got ew ê li gorî erdenîgariya herêmê be û nexwest ziravîne din bide.

HERÊMA PARASTINA SÎNOR
PENTAGON: RÛBERA HERÊMÊ WÊ LI GORÎ ERDENÎGARIYÊ BE

Robertson da xuyakirin ku ji bo metirsiyên dewleta Tirk ên der barê sînor de jî wan riya diyalogê bijartiye û ev yek bingeha çareseriyê ye.

Berdevkê Wezareta Parastinê yê Emerîkayê PENTAGON Sean Robertson bal kişande ser têkoşîna li dijî DAIŞ’ê jî û ev tişt anî zimên:

 

PENTAGON: HEVKARIYA ME Û QSD’Ê HER WÊ BERDEWAM BE

Hevkariya me bi QSD’ê re weke berê ye û dê heta têkbirina metirsiya DAIŞ’ê li ser herêmê berdewam bike.

HERÊMA PARASTINA SÎNOR
THE NEW YORK TIMES: PENTAGON 150 LEŞKERÎ DIŞÎNE BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Têkildarî heman mijarê Rojnameya The New York Times destnîşan kir ku Pentagon ji bo beşdariya nav dewriyeyên hevbeş ên li ser sînor wê 150 leşkerî bişîne Bakur û Rojhilatê Sûrî.

Beriya çend rojan jî CENTCOMa Emerîkî, ragihand ku, avakirina herêma parstina sînor beşek ji têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ye..Ji bo ziarviyên wê jî, Şandeyeke leşkerî ya Emerîkî li Tirkiyê û ziravî nîqaş kirin.

 

 

 

Leave a Reply

Back to top button