ERDOGAN: EM AMEDENE HEMÛ LI HEVKIRINÊ LI GEL BAŞÛRÊ KURDISTANÊ HILWEŞÎNIN

Serokkomarê Tirkiye Receb Tayîb Erdogan di civînek li gel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî de aniye ziman ku ew amadeye hemû lihevkirinên li gel Herêma başûrê Kurdistanê hilweşîne.
Lê serokwezîrê Iraqê hîna vê daxwaza Erdogan nepejirandiye û ji Erdogan re gotiye divê ew li gel Herêma başûê Kurdistanê bigihin li hevkirinekê.

 

Di sala 2014an de ji ber ku dewleta Tirk bêyî hikûmeta Iraqê destûr dabû ku nefta Herêma Kurdistanê bo Bendera Cîhanê were şandin, hikûmeta Iraqê li Odeya bazirganî ya navnetewî ya li Parîsê li dijî Tirkiye gilî kiribû.

Niha jî dewleta Tirk ketiya bin zextên vî giliyî de.

Endamê Komîsyona Darayî li Parlamentoya Iraqê Cemal Koçer diyar kir, Erdogan aniye ziman ku ew amadeye hemû lihevkirinên ku li gel Herêma başûrê Kurdistanê îmze kirine hilweşînin.

Koçer eşkere kir ku piştî Adil Ebdulmehdî ji Tirkiye vegeriya, hemû serokên komên partiyên Kurdî ji bo budceya Herêma Kurdistanê were zêdekirin li gel Ebdulmehdî civiyan.

Cemal Koçer diyar kir ku di civînê derbarê wî gilîyê hikûmeta Iraqê li dijî Tirkiye ji pirs ji Ebdulmehdî hate kirin.

Koçer da zanîn ku Ebdulmehdî wiha gotiye:

Erdogan dizane ev gilî wê di berjewendiyê me de bi encam bibe, ji bona wê daxwaz ji me kir ku em giliyê xwe paşde bikêşin.

Erdogan diyar kir ku bi du mercan ew amadeye rasterast danûstandinan bi hikûmeta Iraqê re bike û hemû lihevkirinên li gel Herêma Kurdistanê jî hilweşîne.

Mercê yekem, xwest Iraq giliyê xwe paşde bikşîne, mercê duwem Bexda nefta xwe bifiroşe Tirkiye.

Leave a Reply

Back to top button