PERÇEBÛNA PARTIYA ERDOGAN SEROKWEZÎRÊ BERÊ YÊ TIRKIYÊ AHMET DAVUTOGLU JÎ JI AKP’Ê ÎSTÎFA KIR

Partiya Erdogan ji ber ku felsefe û xeta xwe dûrketiye êdî ber bi hilweşînê ve diçe.
Yek jî damezrînerê AKP’ê Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ji AKP’ê îstîfa kir.
Ahmet Davutoglu diyarkir ku êdî AKP ketiye rewşeke ku felsefeya xwe ya damezirandinê îxrac dike.

 

Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu li gel koma ku pê re tev digere re ji partiya desthilatê ya Tirkiyê AKP’ê îstîfa kir.

Davutoglu der barê îstîfaya xwe de daxuyaniyek da.

Parlamenterên berê ku AKP’ê bi Davutoglu re îxraca wan xwest Selçuk Ozdag, Ayhan Sefer Ustun û Abdullah Başçi û serokê berê yê Rêxistina AKP’ê ya Stenbolê Selîm Temûrcî jî tev li daxuyaniya Davutoglu bûn.

Davutoglu têkildarî biryara îxraca xwe ya ji AKP’ê ev tişt got:

AKP’ê bi vê biryarê felseya xwe ya damezirandinê îxrac dike.

Êdî nikarin feyde û çareseriyê ji gel re hilberînin.

Davutoglu di berdewamê de jî biryara avakirina partiyeke nû jî bi van gotinan ragihand:

Birêketina li ser rêyeke nû ya siyasî êdî ji bo me bûye berpirsyariyeke dîrokî û ji bo gelê me bûye rewşeke berpirsyar.

Em banga gelhevbûna li dora aqilekî hevpar li her kesî dikin.

Heta niha 2 mîlyon endamên AKP’ê ji ber ku Erdogan li xeta xwe durketiye ji AKP’ê îstîfa kirine.

Tê payîn ku demên bê damezrînerên AKP’ê Abdullah Gul û Alî Babacan jî ji AKP’ê îstîfa bikin û partiyek nû avabikin.

Leave a Reply

Back to top button