ISRAÎL: HEBÛNA ÎRAN LI SÛRIYÊ GEF E Û NAYÊ QEBÛLKIRIN

Serok wezîrê Israîlê ragihand ku Israîl li dijî her êrîşeke Îranê ji aliyê Sûriyê ve wê bêbersiv nemîne.

 

Binyamîn Neteniyhu diyar kir ku di civîna li Sûtchiyê de wî serokê Rûsyayê Viladîmir Putin agahdar kiriye ku ”Gefên Îran li Sûriyê nayên qebûlkirin”

Neteniyhu destnîşan kir ku lihevkirina Israîl û Rûsya li Sûriyê rê li ber şerekî nabera Israîl û Îranê de girt.

Duh Pêncşemê Serokwezîrê Israîlê Binyamîn Neteniyhu û serokê Rûsyayê Viladîmir Putin ji bo gotûbêjkirina mijara hebûna Îranê li Sûriyê civiyan.

Ev civîn jî di wextekî de hat ku pevketinên alîgirê Îran û Israîlê li Sûriyê di rojevê de ne û gelek caran Israîl deverên Îranê li Sûriyê kirine armanc.

 

 

Leave a Reply

Back to top button