HÊZÊN RÊJÎMÊ Û ÇETEYAN HERÊMÊN HEVDU TOPBARAN KIRIN

Li gorî Ajansa Sputnîkê çeteyên Heyet Tehrîr Şam û hin komên din ên çete ji herêma ku wekî ‘bêçek’ tê binavkirin êrîşî nuqteyên hêzên rêjîmê kirine..

Çeteyên Huras Dîn bi çekên giran êrîşî nuqteyên rêjîmê yên li bajaroka Ecaz a li rojhilatê Idlibê kirine..

Hêzên rêjîmê bersiv dane..

Her wiha çeteyên Ecnad Qoqaz ji bajaroka Sermîn a gundewarê Idlibê êrîşî nuqteyên rêjîmê yên bajaroka Keferiya kirine..

Li gorî Sputnîkê, binpêkirinên girêdayî herêma ku wekî ‘bêçek’ tê binavkirin dewam dike..

Sivîl jî ji Idlibê direvin..

Li gorî çavkaniyên herêmî nêzî 300 malbat ji deriyê Ebû Dihûr derbasî herêmên din bûn..

Leave a Reply

Back to top button