ÇALAKIYA LI AMADE, MÊRDÎN Û WANÊ DI ROJA 26’AN DE YE

Nerazîbûna li dijî dagirkirina şaredariyên HDP’î didomin.
Di çalakiyên li Mêrdîn, Amed û wanê de hat teqez kirin ku ew ê li dijî qeyûman çalakiyên xwe bidomînin.

Nobeta Demokrasiyê li Mêrdînê di roja 26’an de didome.

Piştî kombûna girseya gel daxuyaniyek ji çapemeniyê re hat dayîn.

Li ser navê Meclîsên Ciwanên HDP’ê yên Mêrdînê Nadîre Çelîk axivî û diyar kir ku wê li dijî feraseta qeyûm rawestin.

Li Amedê jî Berxwedana li dijî darbeya qeyûm dewam dike.

Wekîlê HDP’ê yê Mûşê Mensûr Işik di çalakiyê de axivî û got:

”Amed dilê me ye, çi dema ku Amed dengê xwe derdixîne Mêrdîn û Wan jî dengê xwe bilind dike, hêzên demokrasiyê dengê xwe derdixin.

Em ê mafên xwe biparêzin û bi teqezî bi ser bikevin.”

Piştre endamên meclîsa şaredariyê daxuyanek da.

Bi heman armancê nobeda Demokrasiyê ya li Wanê jî lidar e.

Parlementera HDP’ê ya Wanê Mûazez Orhan diyar kir ku ew ê hete dawiyê liberxwe bidin.

 

Leave a Reply

Back to top button