PARTIYA KOMARPARÊZ A KURDISTANÊ KONGREYA XWE LI BAJARÊ QAMIŞLO LI DAR DIXE

Kongreya Partiya Komarparêz a Kurdistanê li Sûriyê îro dest pê kir.

Kongreya damezrîner a Partiya Komarparêz a Kurdistanê li Sûriyê li hola Seyran a bajarê Qamişlo dest pê kir.

Di kongreyê de hejmarek mezin a rewşenbîr, akademisyen, nûnerên partiyên siyasî yên Kurdî, oldar, malbatên şehîdan û nûnerên saziyan amade bûn.

Di kongreyê de axaftina destpêkê ji aliyê Sekretêrê Giştî yê Partiyê Ebdulxenî Hisên ve hate kirin.

Hisên anî ziman ku Rêveberiya Xweser bi hemû saziyên wê yên leşkerî û sivîl nûnertiya wan dike.

Kongrê bi xwendina peyamên pîrozbahiyê didome.

Tê payîn ku wê rêziknameya partiyê were xwendin û nîqaşkirin.

Piştre dê bi encamnameyekê bi dawî bibe.

 

 

Leave a Reply

Back to top button