Li herêma Bêçek hêzên hikûmeta Şamê û çeteyan cihê hev dan ber topban

Li Herêma ‘Bêçek’ Hêzên Hikûmetê û çeteyên dewleta Tirk bi çekên giran navendên hev dan ber topan.
Li Çolistana Humisê di êrişek çeteyên DAIŞ’ê leşkerekî Hikûmeta Şamê hate kuştin.
Saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê li Derayê dest bi tedbîrên ‘lihevanînê’ yên nû kirin.

Li Herêma Bêçek şerê di navbera hêzên Hikûmeta Şamê û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker dewam dike.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku çeteyên Heyet Thrîr El-Şam bi çekên giran nuqteyên hêzên Hikûmetê yên li gundewarê Idlib û Helebê topbaran kir.

Her wiha hêzên hikûmeta Şamê jî bi heman rengî cihên çeteyan yên li gunedwarê Hema û Idlibê hedef girtin.

Li gorî çavdêriyê heta niha derbarê encamên êrişan tu agahî nehatiye zelalkirin.

Li Çolistana Humis di êrişek çeteyên DAIŞ de leşkerekî hikûmetê hate kuştin

Li Çolistana Sûrî jî tevgera çeteyên DAIŞ’ê her diçe zêdetir dibe..

Çavdêriya Sûrî ragihand ku li beyara Humisê di navbera hêzên Hikûmeta Şamê û çeteyên DAIŞ’ê şer derket.

Di encamê de leşkerekî Hikûmetê hat kuştin.

Şevê din çeteyên DAIŞ’ê li herêma Sexne ya li rojhilatê Humisê agir berdan 2 parzûnên genim.

Parzûnên ku hatin şewtandin yê Efrserekî Muxaberata çolistana Tedmûrê yên girêdayî Hikmûeta Şamê ye..

Çeteyan gefa kuştin li aojkarên parzûnê xwarin ku eger careke din vegerin û li vê herêmê kar bikin.

Hikûemta Şamê li Derayê dest bi tedbîrên lihevanînê yên nû kirin

Tevî ku zêdetirî 12 sal li ser kirîza Sûriyê derbas dibe lê hîn jî hikûmeta Şamê tu tedbîrên aktîf ên çareseriyê negirtin e û di sînordarkirina êşên gel de bi bin ket.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku saziyên ewlehiyê yên hikûmeta Şamê li Qesra Horiyat a Derayê navendeke nû ya “lihevanînê” vekir.

Ev navend ji bo wan kesan e ku tevli leşkeriya mecbûrî ne-bûne, yên jê veqetîne, kesên çek rakiriye û yên hikumeta Şamê û saziyên ewlehiyê lêdigerin.

Ew yek tevî zext û gefa redkirina xebata lihevanîna bi hikumeta Şamê re pêk tê.

Di 29’ê Gulanê de saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê bi rêya mizgeftan bang li hemû şêniyên Derayê kirin da ku ‘lihevkirinê’ bi hikûmeta Şamê re bikin.

Hêzên hikumeta Şamê ji şêniyên bajarokê Muhecê xwest ku tedbîrên lihevkirinê li avahiya şaredariyê pêk bînin, lê welatiyan red kir û beşdarî tu civînan nebûn.

Back to top button