PIŞTÎ 3 ROJÊN DIN LÛTKEYA SÊALÎ LI ENQEREYÊ DER BARÊ SÛRIYÊ TÊ LIDARXISTIN

Serokê AKP’ê Receb Tayib Erdogan ragihand ku di 16 vê mehê de lûtkeya sêalî der barê Sûriyê de tê lidarxsitin.

 

Erdogan diyar kir ku lûtke wê navbera Tirkiye, Rûsya û Îran li Enqereyê were lidarxistin.

Naveroka lûtkeyê jî wê nuqteyên bi navê çavdêriyê yên dewleta Tirk a dagirker li Sûriyê û şerê li Idlibê be.

Di nîva Tîrmeha borî de Erdogan ragihandibû ku lûtke wê di serê meha Îlonê de bê lidarxistin.

Lê tevî daxuyaniya Erdogan jî, lûtke hat bipaşxistin û dê piştî 3 rojên din bê lidarxistin.

Beriya Erdogan jî serokwezîrê dewleta Tirk Mevlud Çaûşoglo dabû xuyakirin ku wê naveroka lûtkeya sêalî Avakirina Komîteya Destûrî be, paşê jî wê lûtkeyeke çaralî navbera Tirkiye, Fransa, Almaniya û Rûsyayê de bê lidarxsitin.

Lidarxistina vê lûtkeyê jî encamê bibinketina danûstandinên gera 13emîn a danûstandinên ASTANyê ye

 

 

Leave a Reply

Back to top button