TAJÊ BI ENCAMNAEYEKE 1’EMÎN KONGREYA XWE BIDAWÎ KIR

yekemîn Kongira Tevgera Azadiya Jinên Êzîdxanê ku li bajaroka Xanesor a Şengalê hat lidarzxistin bi encamnameyekê bi dawî bû.
Di encamnameyê de hat teqezkirin ku divê li dijî polîtîkayên bişaftinê ku ji aliyê pergala modernîteya kapîtalîst li ser jinan tê kirin pêngava avakirina rêxistina xweser a jinên ciwan ên Êzîdî were despêkirin.

Meclîsa Tevgera Azadiya Jinên Êzîdxanê encamnameya 1. Kongreya Tevgera Azadiya Jinên Êzîdxan bi daxuyaniyek nivîskî eşkere kir.

TAJÊ di encamnameya xwe de wiha got;

 

Divê xebatên ji bo ferhkirina akademiyên rêxistinî, civakî, aborî, parastinê û siyasî werin kirin.

Divê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan têkoşînek radîkal were pêşxistin.

Ji bo avakirina civakek exlaqî û polîtîk divê rêxistina TAJÊ xwe li ser esasê hîmê avakirina meclisan û komînan ava bike.

Her kesê ku ji bo rizgarkirina Şengalê şer kir û şehîd bû em layîqî ked û têkoşîna wan bin.

Li dijî fermana ku li ser jin û civaka Êzîdî pêk hat di şexsê heval Bêrîvan, Arîn, Nazê û Lava wek sembola berxweder]n jinên Êzîdî bên qebûl kirin.

Li dijî polîtîkayên bişaftinê ku ji aliyê pergala modernîteya kapîtalîst li ser jinên ciwan ên Êzîdî bi taybetî li qadên Ewrûpa, li tevahî kampên penaberan tên meşandin pêngava avakirina rêxistina xweser a jinên ciwan ên Êzîdî were despêkirin.

Leave a Reply

Back to top button